Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan di saetên şevê de bi ser mala nivîskar Ayşegul tozerenê girtiye û ew desteser kirine. Fatîh Polat, Berpirsê Giştî yê Weşana Rojnameya Evrenselê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî zanyariya desteserkirina Tozerenê ragihandiye. Tozeren di heman demê de nivîskara rojnameya Evrenselê ye.
Polîsan piştî desteserkirinê Tozeren birine nexweşxaneya Dewletê ya Hasekiyê û ji vir jî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bûne ku li ser Kolana Vatanê ye.
Mustafa Sogutlu û Erdal Dogan, parêzerên Evrenselê çûne Midûriyeta Emniyetê û xwestine Tozerenê bibînin. Lê ji wan re hatiye gotin ku heta 24 saetan nikarin wê bibînin. Parêzer wê îro serî li dozgeriyê bidin û bixwazin biryara astengkirinê rabe. (RT/FD)