Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku beşdarî 9em Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) doz li 19 xwendekaran hatiye vekirin. Çalakî 10ê Gulana 2019ê li dar ketiye. Di 12ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê wê xwendekar derkevin pêşberî dadgehê.
Xwendekar bi tohmeta ku “beşdarî civîn û meşên dijqanûnî bûne” û “digel hişyariyê ji ber xwe belav nebûne” tên dadkirin.
Beriya Meşa Rûmetê, Mustafa Verşan Kok, Rektorê ODTUyê ji xwendekar, dersdar û mezûnan re e-mail şandiye û gotiye ku ew ê destûra meşê nedin.
Kokî diyar kiribû ku biryara qedexeyê ya derbarê çalakiyên LGBTI+yan li Enqereyê berdewam dike û li gel yekîneyên Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hevdîtin tên kirin ku ji bo di wan rojan de li kampusê “tedbîrên ewlehiyê bistînin.”
Polîs di 10ê Gulanê de çûye zanîngehê û bi guleyên plastîk, gaz û rêbazên din mudaxele li xwendekaran kiribû. Di encamê de dersdarek û 21 xwendekar hatibûn desteserkirin.
Derbarê piştevaniya ji bo LGBTI+yên li ODTUyê de
Civateke xwendekaran e ku di sala 1996an de hatiye avakirin. Ji bo sazkirina wekheviya zayenda civakî, têkoşîna li dijî LGBTI+fobiyê û kampusê ji bo kesên LGBTI+yan bike cihekî ewlekar ava kirine.
Di salên dawiyê de rektor li wan cihên ku civat çalakiyan lê li dar dixist, elektrîk qut kiriye, bang li polîsan kiriye û xwestiye van çalakiyan asteng bike. Dîsa lêpirsîna îdarî ji bo hin xwendekaran dest pê kiriye. Lê digel vê rewşê, civat ji sala 2011ê û vir ve meha Gulanê li kampuse Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan pêk tîne. (SA/FD)
* Fotograf: Yildiz Tar / Kaos GL