Fotograf: MA/Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya derbarê wê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye ku li gundê Çemekûrkê ya Rûbaroka Colemêrgê leşkeran gule berdane ser gundiyên bazirganiya li ser sînorî dikirin.
Bixwîne - Li Colemêrgê gule bera gundiyan dane, Ekinciyê 14 salî miriye
Di encama guleyên leşkeran de Vedat Ekinciyê 14 salî miribû û gundiyek jî birîndar bûbû.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye; “Ji ber ku herêm kert û kort e û gelek lat û zinar lê heye, gule pekiya ye. Di encamê de welatiyekî me birîndar bûye.”
Daxuyaniya Walîtiyê wiha ye:
“Roja 01.08.2019ê hêzên me yên ser sînorî hin kesên ku dixwastin bi rêya qaçax bikevin wê herêmê hişyar kirine ku li ser sînorê Bakurê Iraqê, 2 kîlometre nêzîkî sînorê navçeya Rûbarokê ya bajarê me, ji derveyî sînorên me ji hêla rêxistina terorê ve gelek caran tê bikaranîn. Lê kesên hatine hişyar kirin nesekinî ne û ji hêla Bakurê Iraqê ve ber bi sînorê me meşiyan e, li ser vê rewşê li gorî qaîdeyen angajmanê guleyên hişyariyê hatiye bera dan. “Ji ber ku herêm kert û kort e û gelek lat û zinar lê heye, gule pekiya ye. Di encamê de welatiyekî me birîndar bûye. Welatiyê me yê birîndar ji hêla wesayîtên hêzên me yên sînorî şandine Nexweşxaneya Sehrayê ya Rûbarokê lê digel hemû midaxeleyan mixabin miriye.” (AO/FD)