Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gori daxuyaniya Kevin McAllenan, Wekîlê Wezîrê Berevaniya Navxweyî yê DYAyê, dema yasaya “Statuya Berevaniya Demkî” ya ji bo sûriyeyiyan, ji bo sal û nîvê hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku rewşa dawî ya li Sûriyeyê bi baldarî tê nirxandin û gotûbêjên bi saziyên peywendîdar re berdewam dikin. Di encamê de biryar hatiye standin ku Statuya Parastina Demkî ya ji bo sûriyeyiyan bê dirêjkirin.
Li DYAyê nêzîkî 7 hezar sûriyeyî hene û ew serî li saziyên peywendîdar bidin dikarin mafên xwe yên yasayî dirêj bikin. Li gorî vê biryarê sûriyeyî wê bikaribin heta 31ê Adara 2021ê bi awayekî fermî li DYAyê bimînin.
Dema mana sûriyeyiyên li DYAyê wê di meha îlonê de biqediya.
Wezareta Berevaniya Navxweyî di Sibata 2018ê de daxuyaniyek weşandibû û gotibû wê rewşa 7 hezar sûriyeyiyên ku bi “Statuya Parastina Demkî” li DYAyê dimînin bê parastin lê ew ê serlêdanên nû qebûl nekir. (DB/FD)
Çavkanî: AA