Fotograf: AA-Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gerînendetiya Giştî a Rêvebirina Koçberan di 18ê Tirmehê da derbarê biryara vegerandina Sûrîyeyîyan de daxûyaniya dabû. Piştî vê biryarê, kontrolên li ser Sûrîyeyîya zêdetir bûye û bi zorê peymanên vegerînê bi wan hatine îmzekirin.
Li ser vê biryarê û encamên wê Koordînatora Însîyatîfa Em Hemû Koçber in Yildiz Onenê di axaftina xwe da li hemberî wan gotinan derket ku dibêjin vegerandin tune ye û axavtina wisa domand:
“Piştî em bi ciwanê ku hatibû vegerandin Amjad Tabliehî re axivî, me dît ku mirov hatine dersînorkirin. Amjad got tenê Sûrîyeyî nehatine vegerandin. Tevî Afganîyan 2 otobês mirov şandine Idlîbê û Amjad jî teslîmê El Nûsrayê kirine. Li gor daneyên me, 400 kes hatine dersînorkirin. Rêvebiriya Koçberan jî vê hêjmarê dide, lê kes tişteke fermî nabêje û diyar nake.”
“Bi entegrasyonê mirov dikare pêşiyê li gotinên nefretê bigire”
“Mafê penaberan nayê dayîn û tim û daîm bi çavê mêvantiyê li wan dinêrin. Lê piştî 8 salan êdî ev mêvantîya berdemî ji holê radibe, dibe mayînde. Destûra wan a xebat û perwerdehîyê tuneye. Ji ber vê yekê nikarin tirkî hîn bibin. Polîtîkayên entegrasyonê çê nakin û ev mijar di nava civakê de dibe weka pirsgirêkê.”
“Kesên ku dixwazin wan biparêzin divê dengê xwe bilindtir bikin”
“Her tim dengê nîjadperestan zêdetir derdikeve. Lê ez dizanim ku piraniya gelên Tirkîyeyê, kesên ku dixwazin Sûrîyeyîyan biparêzin jî hene. Yên ku wiha difikirin û dixwazin wan biparêzin û pişta wan bigirin, divê dengê xwe bilindtir bikin.”
“Em bangî li wan kesan dikin ku li hemberî nîjadperestiyê ne. Dengê xwe bilind bikin da ku ji bo em bikaribin kampanyaya Em Sûriyeyiyan Dixwazin li dar bixin û em bikaribin ku li ser ‘medya civakî’ bibêjin em jî hene.”
“Em statûya parastinê na, mafê penaberiyê dixwazin”
Yildiz Onenê diyar kir kû ji bo entegrasyona penaberan divê ne statuya parastinê lê mafê penaberiyê bê dayîn û axaftina xwe wiha bidawî kir:
“ Ji niha pê ve em ê bi wan penaberan re bijîn ku ku li Tirkiyeyê mane, em ê bihevre hînê jiyana hevpar bibin. Ji Tirkîyeyê bi milyonan kes çûn Ewrûpayê, bi milyonan kes niha li Almayayê ne. Ji Tirkîyeyê gelek kes niha li Brîtanyayê ne. Almanan, Îngilîzan û Yewnanan çawa deriyê xwe li Tirkiyeyê vekir, ez wisa difikirim ku vê carê jî dora me ye. Divê em ji herkesî re qala vê yekê bikin.”
(Aİ-DD/RT/AO/FD)