Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê derbarê “Koçberiya Bêserûber, Karkirina Dijyasayî û Sûriyeyiyên Neqeydkirî” de daxuyaniyeke çapemeniyê weşandiye.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
* 12 hezar û 474 koçberên bêserûber ên qaçax ên biyanî ji bo bajarên ku Navendên Vegerandinê li wan hene, hatine şandin.
* Di heman demê de 2 hezar û 630 sûriyeyî hatin tespîtkirin ku li ti bajarê qeyda wan nîne. Ji bo wan bajaran hatine şandin ku Navenden Vegerandinê li wan hene.
Tabela hatine kontrolkirin
* Di navbera 12 û 31ê Tîrmehê de serdana 7 hezar û 743 kargehan hatiye kirin û rêberî ji xwediyê kar û xebatkaran re hatiye kirin. Ev xebata han wê heta 25ê Tebaxa 2019ê berdewam bike.
* Ji bo tabelayên kargehan li gorî rêziknameyan be, xebat li bajarê me berdewam dikin. Heta niha ji bo vî karî rêbertî ji 5 hezar û 866 kargehan hatiye kirin. Hatiye tespîtkirin ku tabelayên hezar û 533 kargehan ne li gorî rêziknameyan e. Ji bo van kargehan xebat berdewam dikin. (EMK/FD)