Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdullah Ayaz, Midûrê Giştî yê Rêveberiya Koçberiyê gotiye, “Ji ber karê zêde, em penaberan li Stenbolê qeyd nakin. Demeke dirêj e ku ji bilî istisnayan em qeydên nû venakin. Tenduristî û perwerde di nava van istisnayan de ye.”
Ayazî diyar kiriye ku operasyonên li Stenbolê tên kirin, ne li hemberî Sûriyeyiyan, lê li hemberî “koçberiya ne rêkûpêk” e. Midûrê Giştî yê Rêveberiya Koçberiyê di berdewamiya axavtina xwe de diyar kiriye ku kesên dişînin navendên bi paş de şandinê û midûriyetên koçberiyê yên bajaran di serî de penaberên afgan û pakistanî û yên din in.
Ayazî ji bo wan nûçeyan jî wiha axivî ye ku tê gotin, “Sûriyeyiyên qeyda wan nîne, tên dersînorkirin”:
“Ji hêla hiqûqê ve nabe biryara dersînorkirinê bê dayîn”
“Weke birêz Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî jî gelek caran gotiye, karê dersînorkirinê pêk nehatiye. Me gelek caran ev tişt got. Ji ber rewşa li Sûriyeyê, ji hêla hiqûqê ve ne mimkun e biryara dersînorkirinê bê standin. Niha, em sûriyeyiyên ku qeyda wan nîne, dişînin kampan. Piştî karên qeydkirinê li kampan biqede em ê wan li gorî plansaziyekê bişînin bajarên cuda cuda. Hin sûriyeyî hene ku qeyda wan li bajarên din in lê li Stenbolê dijîn. Walîtiya Stenbolê ji bo wan demek diyar kiriye.”
Ayazî destnîşan kiriye ku sûriyeyiyek heke bixwaze ji bajarê lê qeydkirî ye biçe cihekî din, divê serî li midûriyeta koçberiya wî bajarî bide ku qeyda wî lê heye û destûrnameyekê bistîne. Piştî dema destûrê biqede jî divê vegere bajarê xwe yê berê.
Ayazî diyar kiriye ku sûriyeyiyên bixwazin bar bikin, divê destûrnameyekê bistînin û serî li midûriyeta koçberiyê bidin ku dixwazir mala xwe bibin wir. Abdullah Ayazî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku sûriyeyî ji bilî dermankirina lezgîn nikarin li bajarekî din bên dermankirin û wiha gotiye: “Ji bo liv û tevger bikevi bin kontrolê me her cure tedbîr standiye. Sûriyeyî tenê ji bo dermankirina lezgîn dikarin derkevin ji derveyî bajarê lê qeydkirî.” (AO/FD)
Çavkanî: AA
Fotograf: AA/Arşîv