Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Semra Guzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê gotiye ku mafên girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ne, tên binpêkirin. Guzelê pirsyarnameyek pêşkêşî Parlamenê kiriye û ji Wezareta Dadê pirsiye ku gelo ti hewldaneke wan heye yan na.
Guzelê xwestiye Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê pirsên wê bersivîne û di pirsyarnameyê de gotiye piştî ragihandina Rewşa Awarteyê demeke dirêje ku maf tên binpêkirin.
Parlamentera HDPyê diyar kiriye ku li girtîgehan îşkence û pêkûteyên xirab bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Guzelê di berdewamiyê di gotiye, girtiyên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmar 3yê ya Tarsûsê jê re nameyan dişînin û tê de dibêjin ku mafên wan tên binpêkirin.
Bi nameyan behsa binpêkirinan kirine
Guzelê destnîşan kiriye ku xebatkarên girtîgehê roja 13ê Tîrmeha 2019ê di dema hejmartinê de girtî xistine rêzê û ew meşandine, li ser lingan wan dijmêrin, weke li leşkeriyê dixwazin bi dengê bilind xwe bidin naskirin û ev jî kiryarên 12ê Îlonê têne bîra mirovan.
Di nameyên ku ji Guzelê re hatine şandin de hatiye gotin, girtî dema li hemberî van pêkûteyan derdikevin rastî tundkariya laşî û heqaretên xebatkarên girtîgehê tên, rêveberiya girtîgehê cezayên disiplînê dide wan.
Hin pirsên ku Guzelê li Wezîr Gulî kiriye wiha ye:
* Demeke dirêj e ku mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tarsûsê tên binpêkirin. Digel vê rewşê çima heta niha ti hewldanek nehatiye kirin?
* Di Qanûna înfazkirina Cezayan de tê gotin ku di dema hejmartinê di divê rûmeta mirovahiyê bê parastin. Gelo hinceta yasayî ya wan cezayan çi ye ku girtiyên naxwazin li ser lingan bên jimartin û li wan tê birîn?
* Li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmar 3yê ya Tarsûsê ji ber jimartina li ser lingan qebûl nakin, girtî rastî tundkariyê tên û derb li wan didin. Gelo Wezareta we ji bo lêkolîna van binpêkirinên mafan ji bo lêkolîn û jêpirsîn bê destpêkirin wê mifetîşan rê bike?
* Gelo ji bo lêkolîna binpêkirinên mafên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tarsûsê Wezareta we ti yekîneyek erkdar kiriye?
* Heta niha derbarê îdiayên îşkencekirinên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tarsûsê ti gilîname gihiştiye ber destê we Wezareta we û we ji bo çendan jêpirsîn daye destpêkirin? Di encama van jêpirsînan de rêveberiya girtîgehê rastî çi mueyîdeyan hatiye?
* Di pênç salên dawiyê de çend kesan derbarê îşkence û binpêkirinên mafan de serî li Midûriyeta Girtîgehê yan jî Midûriyeta Cezakirinê ya Dadweriya Şopandina Cezakirinê daye? Bersiva çendan ji van hatiye dayîn? (HA/FD)