Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doç. Dr. Tûna Altinel, dersdarê Zanîngeha 1e ya Lyonê ye û yek ji akademîsyenên aştîxwaz e.
Altinel di Sibata 2019ê de li Fransayê di dema konferanseke li ser “jêrzemînên Cizîrê” de wergêrî kiriye. Ji ber vî karî hatibû girtin û ew xistibûn Girtigeha Tîpa L ya Kepsûtê ya Balikesîrê.
Altinel 81 roj in ku girtî ye û îro li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” derket pêşberî dadgehê.
Altinel: Dostên Demokrasiyê li vir in
Siyasetmedar, rojnameger û akademîsyen jî di nav de gelek kes ji bo piştgiriya bi Altinelî re hatine Edliyeya Balikesîrê. Doç. Dr. Altinelî di dema dadgehkirinê de wiha axivî:
“Îro ji gelek deverên Tirkiye û cîhanê dostên demokrasiyê li vir in. Nêrînên wan li pişta xwe dibihîzim, ji ber wê ye ku pişta min qewî ye.
“Ji ber ku ez 21yê Sibata 2019ê de beşdarî bernameya AKLRAyê ango Komeleya Dostaniyê ya Kurdan Lyon û Rhône-Alpesê bûbûm, niha li pêşberî we me. Ez bi endamtiya rêxistina terorê têm tohmetkirin. Nivîskarê metna bi navê îdianameyê ji bo vê encamê bi dest bixe, xwe spartiye du tiştên berbiçav. Yek jê endamtiya min a wê komeleya navborî û ya duyan jî bernameya navborî ye.
Ez dixwazm li ser van her du rewşan bisekinim. Ez bi komeleyê dest pê bikim. Di nivîsa îstîxbaratê de ji bo AKLRAyê ya ez endamê wê me, gotiye ‘dûvika rêxistina terorê, PKK/KCKyê ye” ku ev nivîs bûye bingeh ji bo doza derbarê min de.
“Li gorî yasayên Fransayê hatiye avakirin”
Di paragrafa dawiyê de hatiye gotin ku komele “tevlî PKK/KCK, rêxistina terorê ya çekdarî re xebatê dike” ku bi vê paragrafê hatiye xwestin endamtiya min a rêxistinê bê ispatkirin.
AKLRA komeleyeke yasayî ye ku li gorî yasayên Fransayê hatiye avakirin. Di sala 2013ê de ji hêla Thierry Lamberthod û hevalên wî ve hatiye avakirin ku Lamberthod hîna jî serokê wê ye. Hemû endamên lijneya rêveber fransizî ne.
Xeteke diyar a siyasî ya komeleyê nîne û armanca wê nasandina çanda kurdan, platforman ji bo mafên gelê kurd bê naskirin ava bike, alîkariyê bide profeyên çandî, civakî û aborî yên ji bo aştiyê.
“Armanca bernameyê balkişandin bû”
Kurt û kurmancî, ne mimkun e ku komeleyeke bi vî awayî dûvika rêxistineke terorê be. Her weha ne mimkun e ku dema têkiliyeke wê bi rêxistineke terorê re hebe û ev ji hêla dewleta fransayê ve were dîtin û midaxele lê neyê kirin.
Ji xwe ne di nivîsa îstixbaratê ya Wezareta Karên Derve de ne jî di îdianameyê de ti belge yan jî delîlên berbiçav nîne ku têkiliya komeleyê û PKK/KCKyê nîşan bide.
Ez werim ser bernameya navborî. Ji hêla wê komeleyê ve hatiye çêkirin ku ez endamê wê me. Min jî weke endamê komeleyê alîkariya vê bernameyê kir.
“Min wergera di navbera tirkî û fransizî de kir”
Min jî di bernameyê de werger di navbera tirki û fransizî de kir. Tekane endamê komeleyê bûm ku her du zimanan jî baş dizanim. Ji ber wê min ew kar girte ser milê xwe.
Piştî vê çi bû? Ez weke hedef hatim nîşandan, înfaza bêdad li min hate kirin. Wezareta Karên Derve, Konsolosxaneya Lyonê ji ber ku ez weke welatiyekî T. C.yê beşdarî bernameyeke behsa mijarên hesas dike bûme, casûstî ji bo min kiriye.
Di 12ê Nîsana 2019ê de di dema hatina min a Tirkiyeyê de bêyî ti daxuyaniyek bê dayîn, ez hatim girtin ku gelek caran dihatim û diçûm.
Di mehekê de li Stenbolê ti derî nema û min lê neda, min ti bersivên têr û tijî bidest nexist. Paşê ez bi xwe hatim Balikesîrê.
Li şûbeya tahdîtê ya pasaportan a Walîtiya Balikesîrê karmendekî ji min re got ku “ti karê we nîne” û bêyî ti zanyariyeke din bidin min, min ji ser serê xwe şand. Lê paşê bi qulopiloyekê bang li min kir û got were Walîtiyê. Ez li ser vê rewşê, bi bazdan çûm wir.
Weke ku ez dixwazim birevim, min li ber Walîtiya Balikesîrê desteser kirin, bêyî ku ti daxuyaniyekê bidin ez birim Şûbeya Dijterorê. Rojek piştî wê, roja 11ê Gulanê bi îdiaya ku min ‘propagandaya rêxistina terorê kiriye’ hatim girtin.
Piştî girtina min bi çend saetan Walîtiya Balikesîrê mafê min ê yasayî binpê kir û bi daxuyaniyeke çapemeniyê min weke ‘akademîsyenê ku propagandaya rêxistina terorê dike’ nîşan da.
“Ez ne endamê rêxistineke terorê me”
Tohmeta “propagandaya rêxistina terorê” ya ku bu sedema girtina min, têrî ravekirina helwesta pêşdaraz û neheq a li min hatiye kirin nedikir. Rewş hate mezinkirin. Êdî ez ib “endamtiya rêxistina terorê” dihatim tohmetkirin.
Dadwerên hêja, ez ne endamê ti rêxistineke terorê me. Tekane tiştê min kiriye û bûye sedema girtina min a sê mehan ew e ku ez beşdarî sazkirina bernameyeke komeleyeke fermî.
Ez dadgeha we dixwazim ku demildest biryara beraeta min bidin.
Parêzer: Em daxwaza beraetê dikin
Parêzerên Doç. Dr. Tûna Altinelî jî daxwaz kirin ku dadgeh demildest biryara beraetê bidin û Altinelî serbest bihêlin.
Dozgerî xwest ku bi şertê kontrola edlî bê tehliyekirin
Dozgerî xwest ku ji ber nehilevkirina yekkirinê dosyayê bişînin 5em Daîreya Dadgeha Bilind û dema girtina wî li ber çavan bigirin û bi şertê kontrola edlî Altinelî tehliye bikin.
Biryara tehliyeyê hat dayîn
Heyeta Dadgehê biryar girt ku Altinel bê tehliyekirin û hewce nake beşdarî danişînên pêş de bike. (DB/FD)
*Fotograf: Twitter