Parêzerên Ocalanî ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dane
Ji 18ê Hezîranê û vir ve bersivên neyênê didin parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê.
![Parêzerên Ocalanî ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dane](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/211/054/original/ocalan.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê ji bo çûna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê dane.
Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, parêzerê Ocalanî ji bo bikaribin sibehê biçin Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê dane.
Herî dawî parêzer Rezan Sarica û Nevroz Ûysal, piştî heşt salan 2yê Gulanê, 22yê Gulanê, 12ê Hezîranê û 18ê Hezîranê karîbûn biçin Grava Îmraliyê û bi Ocalanî re hevdîtinê bikin.
Parêzer ji 18ê Hezîranê û vir ve serî li serdozgeriyê didin lê ne erênî ne jî neyênî bersiva wan nayê dayîn. (EMK/FD)