Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku medyaya DYAyê belav kiriye, di dema Festîvala Sîran de êrişeke çekdarî pêk hatiye. Festîval li Gilroyê pêk hatiye ku li bakurê Californiayê ye.
Êrîş roja yekşemê di saetên êvarê de pêk hatiye û gelek polîs û ambulans çûne cihê bûyerê.
Buroya Polîsan a Gilroyê li ser hesabê xwe yê Twitterê niştecih hişyar kiriye û gotiye “Neyên ber bi Parka Christmas Hillê.”
Medyaya herêmî hin dîmen weşandine ku piştî dengên çekan kesên li derdorê ji cihê bûyerê direvin.
Police say as many as 60 people were injured in an active shooter incident at Gilroy Garlic Festival, although not all injuries were from gun fire. Latest update: https://t.co/i6TFgdH9uS #gilroy #breakingnews #garlicfestival
— KSBW Action News 8 (@ksbw) July 29, 2019
[Warning: Video has profanity. Courtesy @wavyia ] pic.twitter.com/vOtUUIjNzo
Şahidên bûyerê gotine ku êrîşkar mêrekî çermspî bûye û nêzîkî 30 salî ye. Di destê wî de çekeke nîvotomatîk hebûye û gule bera derdorê dida. Medyayê diyar kiriye ku êrîşkar hê jî nehatiye girtin. (HA/FD)