Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin.
Dadgeha Bingehîn eşkere kiriye ku akademîsyen bi sûcê "propagandaya ji bo rêxistina terorî" hatine dadkirin vê yekê mafê wan ê xwe-îfadekirinê binpê kiriye.
Heşt û heşt
Li gor nûçeya MLSAyê (Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê) ji 16 endamên dîwana dadkirinê yên Dadgeha Qanûna Bingehîn 8 endaman dengê erê û 8 endaman dengê na daye. Di rewşên bi vî awayî de dengê serokê dadgehê wek du deng têne hesibandin. Serokî ji bo biryara "mafê akademîsyenan ê axwe-îfadekirinê hatiye binpêkirin" erê daye û biryara dadgehê jî bi vî awayî hatiye dayin.
Ji bo serîlêdana yekem Dadgeha Bingehîn civîna xwe ya pêşiyê di 29ê Gulanê de pêk aniye lê ji ber ku Wezareta Dadmendiyê biryara xwe diyar nekiribû, civîn paşve hatibû xistin.
Wezareta Dadmendiyê, di 25ê Hezîranê de nirxandina xwe pêşkêşî Dadgehê kiriye û di vir de cih daye biryarên derbarê wate û çarçoveya azadiya derbirînê.
Di 3ê yê Tirmehê da carek din ji bo beşa yekem civîn çê bibû. Di civînê de nîqaş hatiye kirin ku "Ji ber ku serîlêdar hatine cezakirin gelo azadiya derbirênê hatiye binpêkirin kirin yan na". Endamên Dadgehê di nêrînên xwe de gotine, biryar "ji ber ku wê ji bo akademîsyenên din jî bibe mînak, divê hemû endamên din jî beşdar bibin û biryar wiha bê dayîn." Piştî civînê dosya şandine Lijneya Giştî.
Biryar dê ji bo hemû dosyayan be
Biryara ku îro ji bo akademîsyenên aştîxwaz hat dayîn wê bandorê li ser dosyayên akademîsyenên din jî bike.
Akademîsyenên Aşîxwaz
Da ku em bibînin ka karê rojnamegeran çi qasê zehmet û teknîkî ye mînakên baş dozên “Akademîsyenên Aşîxwaz” in. Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû. Li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/MB)