Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer û pevçûn derketiye û leşkerek miriye. Leşkerek jî birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniya ku Wezareta Berevaniyê ya Milî daye, PKKiyan êrîş kirine paşê jî pevçûn derketiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye, sê kesên êrîş kiriye, li herêma Zapê hatine kuştin û operasyon bi piştgiriya wesayitên hewayî berdewam dike.
Di meha Tîrmehê de 9 leşker mirine
Di encama şer û pevçûnan de meha Tîrmehê bi qasî ku me tespît kiriye, 9 leşker mirine.
3yê Tîrmehê li navçeya Dihê ya Sêrtê leşkerek,
9ê Tîrmehê li Colemêrgê du leşker,
14ê Tîrmehê li Colemêrgê, di dema operasyona leşkerî de pevçûn qewimî ye û sê leşker,
18ê Tîrmehê li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê Piyadeyê Pispor Mûstafa Unal,
19ê Tîrmehê li nêzîkî gundê Çaliduzu yê Bedlîsê serdar Zafer Akkûş miriye.
(EKN/FD)