Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Duzceyê baran bariyaye, hez çêbûye û lehî rabûye. Piştî van bûyeran termê pênc kesan hatiye dîtin. Heft kes winda ne.
Ji bo dîtina du zarokên windabûyîn hêzên lêgerîn û hawarê dixebitin.
Hefteya borî rojên Çarşem û Pêncşemê baraneka boş bariyaye. Li navçeyên Cumayeri, Gölyaka û Akçakocayê ava çemî bilind bûye û lehî rakiriye.
Cendirme û hêzên hewar-gihandinê bi helîkopter û wesayitan 227 kes hatibûn xelaskirin.
Ji ber rabûna lehîyê li herêmê 160 hezar û 749 heywan mirine. Zerer li 300 avahîyan bûbû. Zerer li malên hezar û 687 kesan bûbû.
(AO/MB)