Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgerîya Enqereyê ya Komarê xwestiye bikujê Ceren DAmarê cezayê girtinê yê mûebedê bistîne.
Derdêra Zanîngeha Çankayayê, 2yê Kanûna Paşiyê (meha yekem) hatibû kuştin. Eşkere bûbû ku xwendekarê wê Hasan İsmail Hikmetî ew bi demanceyê kuştiye.
Dema îmtihan hatî kirin, xwendekarî ne li gor ûsûlê li notên xwe nêrîye. (kopya standiye.)
Eşkere bûbû ku xwendekarî notên dersê li 6 qeleman bi cih kiriye û di dema îmtihanê de lê nêriye.
Ceren Damarê xwendekar girtiye û zabitnaeya bûyerê nivîsîye. Xwendekar piştî ezmûnê, çeka xwe aniye çûye odeya dersdarê û ew kuştiye.
Bersûcî diyar kiriye ku ew ne bi mexseda, kuştina dersdarê çûbû odeya wê. Dozgerî eşkere kiriye ku ev beyana bersûcî ji rastiyê dûr e û divê cezayê girtinê yê heta hetayê(mûebed) bistîne.
(EMK/MB)