Îdia: Li Harmandaliyê îşkence li jinekê hatiye kirin
![Îdia: Li Harmandaliyê îşkence li jinekê hatiye kirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/210/617/original/g1.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îdia tê kirin ku li Navenda Vegerandina Bîyanîyan a Harmandaliyê îşkence li jinekê hatiye kirin.
Jina ku tê îdiakirin îşkence lê hatiye kirin gotiye:
"Hatin odeyê, xwastin min bi zorê derxin dervayê sînorî. Cendirme û karkerên ewlehîyê ez derb kirin. Dest kirin qirika min û pora min kişandin, neynûkên xwe di çengê min re kirin"
" Di welatê min de dê û bavê min li ber çavên min hatin kuştin, min got heke hûn min bişînin ew ê min jî bikujin lê min godarî nekirin û li min dan.Tufê rûyê min kirin ê gotin hûn ditirsin Afrîqayîyên pîs. "
Ji ber sedemên ewlehiyê em nasnameya jinikê vedişêrin.
Komîsyona Îltîca û Koçberiyê agahiyek hat. Li gor agahiya ku hat Navenda Paşveşandina Harmandaliyê a Îzmîrê muemeleya nebaş, îşkence û cihêkariyê dike.
Parêzerên Komîsyonê Ayşegul Karpuz, Gîzem Metîndag û ji Navenda Mafê Mirovan ya Îzmîrê Volkan Gultekîn, Ufuku Goncu çûn navendê.
Zabitname di dosyaya dozê da ye
Parêzeran li gor qalkirinên jina penaber zabitname nivîsîne û giliyê Komariya Serdozgeriyê kirin.
Piştî rapora Nexweşxaneya Heremê a Çîglîyê ji aliyê dozgeriyê ve lêpirsîn hat vekirin.
Heqaret lê hat kirin û ewbirçî hîştin
Wê ji Stenbolê bişanda lê jinika penaber ji bo wê dernexin derveyê sînor beriya têketina balafirê cilê xwe ji xwe kir û berxwe da. Ji ber vê yekê pîlotî balafir neşixuland û ew jî wisa filitî.
(EMK/DD/MB)
*Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye.
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)
Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt revî ye
![Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt revî ye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/25/family-of-iranian-teacher-killed-by-ex-husband-call-for-justice.jpg)