Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Selahattîn Demîrtaş tê dadkirin. Dozgerî dixwaze Demirtaş 142 salan di girtîgehê de bimîne.
Bixwîne - Bi biryara Dadgeha Enqereyê, Demirtaş dê ji girtîgehê dernekeve
Demirtaş li Girtîgeha Sîncanê bi SEGBISê ( Sîstemên Peywendîdanê yên Bi deng û Dîmenan ) beşdarî rûniştina ji bo dadkirinê bûye.
Demirtaşî eşkere kiriye ku dadkirina wî ne qanûnî ye.
Bixwîne - DMME: Divê Tirkiye biryarê pêk bîne, Erdogan: Me eleqedar nake
Hevserokî eşkere kiriye ku sîstema dadkirinê ji bo hinekan hessas e lê ji bo hinekan jî çawa bê xwestin welê ye.
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tesbîd kiriye ku girtina min ji bo karên min ên sîyasî dibe asteng û girtina min bi mexsedên sîyasî hatiye kirin.
“We ez girtim û nehêla ez karê xwe yê li TBMMyê (Meclîsa Mezin a Gelî ya Tirkiyeyê ) bikim.
“Ez ê rûmeta gelê xwe û hilbijêran biparêzim. Hûn dikarin ti tiştî jî nenivîsin lê ji bo Xwedê nenivîsin ku ez ê birevim. Ez ji we hêvî û lawa dikim.
“Heke hûn min danin aliyê dî yê Yewnanîstanê ez ê vegerim û hesabî ji wan kesan bixwazim ku wan ez mehkûmî vê derê kirime.”
(RT/EKN/MB)