Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (IA) diyar kiriye ku dibe di demeke nêz de penaberê sûriyeyî bê dersînorkirin ku ji şeş hefteyan zêdetir e li herêma transît a Balafirxaneya Stenbolê dimîne. Rêxistinê gotiye ku divê destûrê bidin penaberê sûriyeyî yê bi navê Mûhammed Ajlanî Yûnûs û bikaribe bikeve nava xaka Tirkiyeyê. Rêxistinê bi vê armancê dest bi kampanyaya çalakiya lezgîn kiriye.
Mûhamed bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye lê welatiyê Filistîn e.
“Dibe ku wî bişînîn Libnanê”
Adriana Tidona, Lêkolînera Koçberiyê ya Rêxistina Efûyê derbarê mijarê de wiha gotiye:
“Ti çareyeke din a Mûhammed Ajlanî Yûnûsî nîne ku ji bilî temaşekirina rêwiyên li balafirxaneya nû diçin û tên. Dibe ku di demeke nêz de Mûhammedî bişînin Libnanê. Ev wê wî têxe bin xetereya vegera li Sûriyeyê ku dibe li wir rastî binpêkirinên mafên mirovan ên giran bê.”
“Divê destûra ketina Tirkiyeyê bidine wî”
“Cihekî Mûhammed nîne ku lê razê û xwe lê bişo. Sandwîçên bi penêr dixwe, av û ava fêkiyan vedixwe û ji bilî van tiştek nîne bixwe. Ev tişt dihêle ku tenduristiya wî xirab bibe. Divê rayedarên Tirkiyeyê bilez destûra ketina Mûhammedê bidin û bihêlin weke penaberekî xwe bigihîne hemû rêyên alîkariyê.” (EMK/FD)
* Fotograf: Rêxistina Efûyê