Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Carola Rackete, kaptana keştiyê ku li Îtalyayê penaber ji behrê rizgar kiribûn, serbest bûye. Li gorî nûçeya BBCyê, dadwerî gotiye Rackete ji bo “wezîfeya xwe ya rizgarkirinê bi cih aniye” û ji ber vê li hemberî erkdarên dewletê li ber xwe daye, lê ev nabe ku weke sûcekî bê nirxandin. Dadwerê di encama vê nirxandinê de biryar daye ku Rackete serbest bibe.
Bixwîne - Li Îtalyayê kaptana keştîyekê ji bo rizgarkirina penaberan guh nedaye qedexeyan
Ji ber “alîkariya penaberên dijyasayî” lêpirsîna Rackete beredwam dike.
Çi bûbû?
Li Îtalyayê keştiyeka ku 53 penaber tê de bûne, digel ku qedexe bûye jî ji bo rizgarkirina penaberan çûye berava wî welatî.
Polîsan kaptana(keştîajo) keştîyê desteser kiriye. Keştîyê 12 Hezîranê ji berava Libyayê ew penaber rizgar kiribûn.
Keştî çûye girava nêzîkî Îtalyayê ya bi navê Lampedusayê. Li bernda destûrê maye ku biçe beravên welatê Îtalyayê lê 16 rojan destûr jê re nehatiye dayin.
Di wê demê de 11 kes nexweş bûne û ji bo nexweşxaneyên Îtalyayê hatine şandin. Ji bo 42 kesên dî destûr nehatiye dayin.
Keştî ya Sea Watchê bûye. Kaptana keştîyê Carola Rackete bûye. Dora keştîyê hatiye dorpêçkirin. Kaptanê dorpêç şikandiye û çûye berava Îtalyayê.
Çêdibe kaptana 31 salî deh sal cezayê girtinê bistîne. (EEY/AS/FD)