Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê eşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Tîrmeha 2019ê li 11 bajar û 51 navçeyan ya kêm 369 caran bi awayekê fermî derketina derve hatiye qedexekirin.
Bixwîne – Qedexeya derketina derve
Li gor rapora Navenda Daneyan ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê herî zêde li bajarê Amedê derketina derve hatiye qedexekirin.
Bixwîne - IHD: Divê Rewşa Awarte neyê îlankirin
Bajarên ku lê derketina derve hatiye qedexekirin:
Amed (214 caran)
Mêrdîn (54 caran)
Colemêrg (23 caran)
Şirnex (13 caran)
Bedlîs (26 caran)
Mûş (7 caran)
Çewlig (7 caran)
Dêrsim (6 caran)
Êlih (6 caran)
Elezîz (2 caran)
Sêrt (11 caran)
Bandor li Milyonek û 809 kesan bûye
"Ji beriya qedexe bê îlankirin li gor serjimara 2014ê li cihên qedexe hatî îlankirin Milyonek û 809 kes dijîyan. Ev mafên wan hatine binpêkirin: Azadî, mafê ewlehîyê, azadîya dînî, mafê rêza li jiyanê."
(AS/MB)