Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Gelî û yên Biroya Hiqûqê ya Hemdemî (ÇHD), îro ji bo îfadeya xwe bidin, birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Parêzer Ebrû Tîmtîk 20ê Hezîranê di saetên sibehê de hatibû desteserkirin. 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara girtina wê daye û ew şandine girtîgehê.
Bixwîne - Polîsan bi ser Bûroya Hiqûqê ya Gelî de girtiye
Bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” 13 sal û 6 meh cezayê girtinê li gorî Xala 314-2yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan li Tîmtîkê hatibû birîn û biryara zeftkirina wê hatibû derxistin. Tîmtîk îro her weha di wê lêpirsînê de jî hate girtin ku îro îfadeya xwe daye.
Dozgerî bêyî ku li îfadeya wan guhdar bike, Ayşegul Çagatay, Gorkem Agdede û Nadîde Ozdemîr jî bi daxwaza girtinê şandibû ber dadweriyê.
Piştî îfadeya wan a li vir dadweriyê saet li derdora di 15.30 deqîqeyan de biryara girtina wan da.
Di dema serdegirtina li ser biroyê de birayê parêzerekê Ozhan Aslan, sekretera biroyê Gulser Sarigul û miwekîla bi navê Kamîle Kayir jî hatibûn desteserkirin. Aslan serbest bûye lê Sarigul û Kayir jî li gel parêzeran hatine girtin.
Çi bûbû?
20 parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên Hevdem(ÇHD) û Bûroya Hiqûqê ya Gelî(HHB) 12ê Îlona 2017ê hatibûn desteserkirin.
Rûniştina sêyem ya dadkirina 20 parêzeran 20ê Adarê li Dadgeha Cezayên Giran a 37. ya Stenbolê hatibû pêkanîn.
Bersûcên ne girtî yên bi navê: Ahmet Mandacı, Zehra Özdemir, Ayşegül Çağatay, Yağmur Ereren, Didem Baydar Ünsal, Yaprak Türkmen, “bi zanebûnî û bi dilê xwe alîkariya rêxistinê” ceza standine.
Li gor biryara dadgehê:
Çağatay, Ereren, Baydar Ünsal û Türkmenî sê sal û 9 meh ceza standin.
Ji ber ku Oya Aslan û Günay Dağ firarî ne dosyeya wan nehat girtin.
Wan bersûcên dî bi sûcê “endambûna rêxistinê ceza standin:
Barkın Timtik: 18 sal 9 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Özgür Salmaz: 13 sal 6 meh, cezayê girtinê û biryara girtina wî hatiye dayin.
Ebru Timtik: 13 sal 6 meh cezayê girtinê, biryara girtina wî.
Behiç Aşçı: 12 sal meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Şükriye Erden: 12 sal meh cezayê girtinê û biryara girtin.
Selçuk Kozağaçlı: 10 sal 15 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Engin Gökoğlu: 10 sal 6 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Mehtaç Ünsal: 10 sal 6 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Süleyman Gökten: 10 sal 6 meh hapis ve yakalama kararı çıkarılmasına,
Mehçan Çiçek: 9 sal cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Naciye Demir: 9 sal cezayê girtinê.
Ezgi Çakır: 8 sal cezayê girtinê.
(AS/FD)