Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye aşkerekirin ku leşkerê 21 salî yê bi navê Muhammed Altûg li navçeya Liceyê ya Amedê bi guleya leşkerekî din hatiye kuştin.
Rayedarên leşkerî zanyariya mirina Altûgî gîhandina malbata wî ya li Taxa Suleymanbeyê ya Yalovayê.
Walîtiya Yalovayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiriye ku Altûg di encama qezayê de birîndar bûye, ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê. Piştî dermankirina pêşiyê ew bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî lê digel hemû midaxeleyan, miriye.
Merasîma cenazeyê Altûgî wê îro saet 15.30 deqîqeyan li Fermandariya Qadê ya Hewayî ya Yalovayê çêbibe. Paşê jî wê cenazeyê wî bibin Mizgefta Navendî ya Yalovayê û wê binax bikin.
Li gorî nûçeyan, pênc roj maye ku leşkeriya Altûgî biqede. (EKN/FD)