Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza çalakiyên Parka Geziyê li Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. Çalakî piştî çêkirina Leşkergeha Topavêj (Topçu Kişlasi) bi armanca protestokirinê dest pê kiribû û paşê li gelek deverên Tirkiyeyê belav bûbûn. Doz bi îdiaya ku “Hewl dane ku hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin” li 16 kesan hatibû vekirin. Du ji wan girtî ne.
Dadkirin li 30em Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. Gelek parlamenter û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî dadkirinê bûn.
Deriyên dadgehê saet di 09.30 deqîqeyan de vebûn û temaşevan û rojnameger bi vî awayî ketin hundir.
Parlamenter, nûnerên welatan û saziyên civaka sivîl ên ku dadkirinê dişopînin ev in:
Serkonsolosê Almanyayê Michael Reiffenstuel, Alîkara Serokê Parlamentoya Almanyayê Claudia Roth, Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms, Serkonsolosa Swêdê Therese Hydén, Serkonsolosê Hollandayê Bart Van Bolhuis, Serkonsolosa Fransayê Muriel Domenach, Nûnerên Konsolxaneya Norwêcê, yên Konsolxaneya DYAyê, endamên Delegasyona Yekîtiya Ewropayê û nûnerên Baroya Kavalayî ya Yewnanîstanê.
Dema Osman Kavala û Yîgît Aksakoglû, bersûcên girtî birine salonê, kesên ji bo şopandinê li wir bûne, çepik lêdane.
Ûtkû Ercan, Serokê Dadgehê gotiye, “Weke ku hûn dizanin, îro wê dosyaya diyar bê dadkirin. Armanca me ew e ku dadgehkirin zû bi zû dest pê bike. Li vir kes hene ku demeke dirêje derneketine pêşberî dadwerî.” Her weha diyar kir ku wê îro li paraznameyan guhdar bikin.
Kavala: Divê hiqûq di ser nêrînên siyasî de be
Murat Başolî wêneyê Osman Kavalayî xêz kiriye
Osman Kavala û Yîgît Aksakoglû, bersûcên girtî, Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Înanç Ekmekçî Alî Hakan Altina, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî, bersûcên negirtî li salonê amade bûn.
Osman Kavalayî di paraznameya xwe de got, “Di ti nirxandin û lêkolînên zanistî yên heta niha hatine kirin de nehatiye gotin ku Bûyerên Geziyê ji bo jinavbirina hikûmetê plansaziya wê berê hatiye kirin û bi alîkariya hêzên biyanî ve hatiye meşandin.
“Heke bê gotin ku plansaziya Bûyerên Geziyê ji hêla nîvendekê ve hatiye kirin û çalakiyeke serhildanê ya hatiye beralîkirin, ev nirxandineke siyasî ye. Divê hiqûq di ser nêrînên siyasî de be.”
Aksakoglû: Ez daxwaza beraeta xwe dikim
Murat Başolî wêneyê Yigit Aksakoglûyî xêz kiriye
Piştî Kavalayî, Yîgît Aksakoglûyî paraznameya xwe pêşkêş kir.
Aksakoglûyî wiha got: “Tenê bi şevekê jî ez li Geziyê raneza me. Heke ku min bizanîba ez ê 220 rojan li girtîgehê bêm girtin, ez ê şevekê li Geziyê raza ma. Tenê yek tweetek min derbarê Geziyê de nîne. Dibêjin min çalakiyeke zirgewre bi rêxistin kiriye, lê komeke min a WhatsAppê nîne. Wê çaxê gelo bi mehan e ez ji bo çi girtî têm dadkirin?
“Ez tenê rêveberê Saziyeke Civaka Sivîl a rewa û qanûnî me. Ev îdianame hewldana krîmînazilekirina civaka sivîl e ku li Tirkiyeyê li ber sekeratê ye. Ev doz ne tenê derbarê min, derbarê Geziyê de ye, derbarê dîwarên di navbera hiqûq û welatiyan de ye. Biryara ku hûnê bidin wê vî dîwarî ne hilweşîne, yan wê kevirekî lê zêde bike yan jî kêm bike.
“Ez dixwazim mafên xwe yên bingehîn bi dest bixim. Ne ji bo bazdan an jî reşkirina delîlan. Lê ji bo bikaribim zarokên xwe bibim dibistanê ez tehliye û beraeta xwe dixwazim ku niha tenê sê roj ji temambûna dibistanan re maye.”
Yapici: Du car in ku ez bi heman tohmetê têm dadkirin
Tarik Tolunayî wêneyê Mucella Yapiciyê xêz kiriye
Mucella Yapiciyê di paraznameya xwe de got ku têkildarî Berxwedana Geziyê du car in ew bi heman tohmetê tê dadkirin û wiha berdewam kir:
“Du car in ku ez bi heman tohmetê têm dadkirin. Îdîaname û fezlekeya ji ber wê hatiye amadekirin versîyona nû ya îdianameya berê ye ku dozgerên FETOyî amade kiribûn. Li gorî îdianameyê hewldana derbeyê û hin tohmetên din hene.
“Gezî birîna me ye, ji bo dahatûya bi ronî ya zarokên me gava pêşiyê ya hêviyê ye. Heke ku Piştevaniya Bi Taksîmê erk wergirtibe, ez bi vê serbilind im. Ev ên ku min gotin, ji paraznameya min a yekem e.
Niha jî ez ji ber hewldana jinavbirina hikûmetê têm dadkirin. Hemû bangewaziyên ku ji wê rojê heta niha hatine kirin, aşkere ne. Divê hesab ji sûcdarên rast bê pirsîn. Lê li şûna wê dadkirina bêhiqûqî ya nûnerên Piştevaniya Bi Taksîmê Re nayê qebûlkirin ku bangewaziya tevgera bi hiş dikir û ji bo tundkarî ji holê rabe hewl dida.”
Mater: Ji ber ku min xwest ez filmekî çêbikim, bi hewldana derbeyê têm tohmetkirin
Piştî Mucella Yapiciyê, Çîgdem Mater, yek ji bergumanan paraznameya xwe pêşkêş kir. Mater jî bêyî ku biryara girtîtiyê ji bo wê derkeve, tê dadkirin.
Materê wiha got: “Tenê ji ber ku min xwest ez filmekî çêbikim, bi hewldana derbeyê têm tohmetkirin. Parka Geziyê di nîvenga jiyana min de ye. Îdianameya ji 657 rûpelan pêk hatiye, xwe dispêre wan tapeyan ku di encama guhdarkirinên dijhiqûqî de hatine bidestxistin. Ez van qebûl nakim. Hebûna van a di dosyayê de binpêkirina mafên min ên şexsî ne.
“Weke ku hatiye îdiakirin min filmek li ser Geziyê çênekiriye. Ew filmê ku tê îdiakirin min çêkiriye, ji hêla derhênerekî amerîkî ve hatiye amadekirin. Ez weke axavtvanekê di dokumanterê de me.
“Heke ku ev îdianame senaryoya filmekî bûya, ji ber şaşiyên wê yên bêmantiq wê bihata redkirin. Lê li vir xuya dike ku jiyan ji sînemayê bêhtir tê pevxistin. Ez hemû tohmetan red dikim, dixwazim beraet bikim”.
Altinay: Zehmet e ku ez fam bikim bê ez bi çi têm tohmetkirin
Piştî Materê, Alî Hakan Altinayî paraznameya xwe peşkeş kir. Altinayî got ku “Min îdianameya dozgerî xwend lê zehmet e ku ez fam bikim bê ka ez bi çi têm tohmetkirin. Digel ku îdianame sûcan bi delîlan nîşan nade jî, xuya ye ku divê ez tohmetan pûç bikim”.
Altinayî got ku ew tohmetan qebûl nake û wiha berdewam kir:
“Divê ne ewqas ne hêsan be tohmetkirina mirovekî ya bi cezayê muebetê yê girankirî. Tohmeta min ew e ku ji bo çavdêriyê ez sê çar caran çûme parka Geziyê û ez di 31ê Gulana 2013an de ji bo 10em salvegera AKPyê li konferansekê bûm.
“Ez bawer dikim ku wê xetayên min jî çêbibin lê min ti sûc nekiriye. Ez şerm dikim ku bi van sûcdariyan re rû bi rû dimînim. Ez dixwazim di demeke herî kurt de ez ji vê paqij bibim û ji bin van tohmetan derkeve.”
Çi bûbû?16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin. Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest 16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan. Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin. Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye. Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn. Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in: Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî. Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn: Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn. 746 kesan giliyên 16 kesan kiriye Di îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin. Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin: "Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan girtine, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê. |
(HA/FD)