Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
M.E. 20ê Îlona 2016ê saet di 05.30 deqîqeyan de ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê daye destpêkirin, hatiye desteserkirin. M. E. yê wê gavê 16 salî bûye, piştî desteserkirina xwe bi rojekê bi şertê ku îmzeyê bide qereqoyê, serbest bûye.
Biryar hatiye dayîn ku hewceyî bi pêketinê nîne.
M.Eyî li ser vê rewşê doz vekiriye û ji ber ku bineheqî hatiye desteserkirin, daxwaza 2 hezar lîreyî qerebûya madî, 4 hezar lîre jî ya menewî kiriye.
7em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê, di 17ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê de biryar daye ku 39,24 TL qerebûya madî, 150 TL jî ya menewî bidin M. Eyî.
Parêzeran li hemberî vê biryarê serî li 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Edeneyê daye. Lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.
Li ser vê rewşê parêzeran dosye şandiye Dadgeha Destûrî. Dadgeha Destûrî duh (19ê Hezîrana 2019ê) biryara xwe daye. Di biryarê de wiha hatiye gotin: “Ji ber mîqdara qerebûya ku hatiye dayîn kêm e, benda 9em a xala 19ê ya Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin ku ev xal derbarê mafê azadiyê û ewlehiya kesan de ye.” Li gorî vê biryarê wê 5 hezar TL pere bidin M. Eyî. (AS/FD)