PANEL
Pirçandî di medyayê de çi qasê cihê xwe digire?
![Pirçandî di medyayê de çi qasê cihê xwe digire?](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/209/545/original/panel1_-_Kopya.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê digel Koma Lêklîna Li Ser Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê li ser medya û pirçandîyê panelek pêk anî.
Bixwîne - Pêşangeha “Li Pey Şopa Zimanekî” wê li Karşı Sanatê pêk bê
Di panelê de Demet Bilge Erkasap, Faruk Bildirici, Semra Kardeşoğlu, Zülfikar Ali Aydın û Doç. Dr. Esra Arsan axivîn. Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê, Nadire Mater moderator bû.
Bixwîne - “Li Pey Şopa Zimanekî”
Dr. Esra Arsanê got civaka Tirkiyeyê civakeka pirçand e. Lê hê jî pirçandî, pirzimanî di civakê de veşartî ne. Di medyayê de cihê xwe negirtiye.
Demet Bilge Erkasapê got di kiriyarê de, di nav kadroyên edîtor de em nîşanên pirçandîyê nabînin. Ji beriya gelek salan dema Em çûyîn Yûnanîstanê em bi wan kesên li wê derê re axivîn wergeran ji me re wergerand. Lê me paşê werger da teyîdkirin. Divê ev yek bê kirin. Divê ji her çanda kêmjimaran hin kes di navenda nûçeyan de hebin.
Faruk Bildiriciyî behsa serjimara kêmjimarên Tirkiyeyê kir û got wan jî ji bo parastina vî welatî şer kiriye.
Bixwîne - Zanîngeha Bilgiyê pêşangeha “li dû zimanekî” pêk anîye
Semra Kardeşoğluyê got dema behsa zimanan tê kirin bîra Sûriyeyîyan tê bîra wê. Wê got jimara Sûriyeyîyên li bûyîn penaber nêzîkî 4 milyonan e. Dema tiştek dibe ew nikarin bi zimanê xwe xwe îfade bikin. Nûçegihanên zimanê wan nizanin nûçeyên li ser wan çêdikin.
(EMK/AÖ/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)