Fotograf: Nazim Dikbaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Îro li 13em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Zelal Ekîncî cara yekem, Li 32yem DCGyê ji Zanîngeha Bogaziçiyê Lêkolîner Hazal Halavût cara heftem derketine pêşberî dadgehê.
Li 13em DCGyê daxwaza beraetê nehatiye qebûlkirin
Zelal Ekînciyê daxwaza beraeta xwe kir û gotiye ku paraznameya wê hîna ne amade ye.
Merîç Eyûboglû, parêzera Ekînciyê jî heman daxwaz dubare kiriye û gotiye ku heke heyeta dadgehê vê daxwazê qebûl neke, bila dosyaya Ekînciyê û dosyayên din ên akademîsyenan bike yek.
Heyeta dadgehê daxwaz qebûl nekiriye û biryar girtiye ku ji bo Ekîncî paraznameya xwe amade bike dadkirin di 7ê Çiriya Pêşiyê de berdewam bike.
Li 32yem DCGyê daxwaza cezakirina Halavûtê hatiye kirin
Hazal Halavûtê paraznameya xwe him bi nivîskî him jî bi devkî pêşkêş kiriye. Piştî pêşkêşkirina Halavûtê qediyaye, Serokê Heyeta Dadgehê ji Halavûtê pirsiye û gotiye; “Baş e, we çima bang li rêxistina terorê nekir?”. Halavûtê li ser vê gotiye; “Ez hemwelatiya vê dewletê me”.
Merîç Eyûboglû, parêzera Halavûtê daxwaz kiriye ku raporên di dema qedexeya derketina derve de li dosyayê zêde bikin û wiha gotiye; “Heke rastî di van raporan de jî hatibe nivîsandin, belavokê berovajî îdianameyê ne tiştê ku divê bûbûya lê tiştê bûye nivîsandibe, wê gavê ev mesele dê ji holê rabe”.
Dozgerî nêrîna xwe aşkere kiriye û xwestiye ku li gorî Hevokên 1 û 2yem ên Xale 7/2yê ya TMKyê Halavût bê cezakirin.
Heyetê ji bo paraznameyên xwe amade bikin biryar girtiye ku dadkirin 12yê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Akademîsyenên Aştîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademîsyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademîsyenan salek û 6 meh; akademîsyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademîsyenan 2 sal û 6 meh; akademîsyenekî/ê 2 sal û mehek; akademîsyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademîsyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademîsyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê "propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademîsyen bi sûcê "Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301." bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/FD)