Li Bodrûmê keleka penaberan noqî avê bûye: 12 kes mirine
Li Bodrûmê keleka penaberan noqî avê bûye û di encamê de 12 kes mirine. 31 kes hatine rizgarkirin.
![Li Bodrûmê keleka penaberan noqî avê bûye: 12 kes mirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/209/424/original/penaber.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li nêzîkî navçeya Bodrûmê ya Mûglayê keleka penaberan noqî avê bûye ku penaberan xwestiye biçin gravên Yûnanîstanê.
Kelek di 34 metre di binê avê de hatiye dîtin û laşê 12 penaberan ji wir hatiye derxistin.
Hêzên rizgarkirinê 31 kes jî bi saxî rizgar kirine.
Piştî zanyariya qulipîna kelekê hatiye bihîstin, hêzên rizgarkirinê çûne herêmê û dest bi xebata rizgarkirinê kirine.
Xebata lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike. (EMK/FD)