Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Swîsreyê li ser bangewaziya Kolektîva Grevê ya Jinan a Zurîhê, jin wê 14ê Hezîranê saet di 15.24 deqîqeyan de ji bo rojekê dest ji kar berdin.
Gelek saziyên jinan hatine ba hev û ev kolektîv ava kirine. Paşê manîfestoyek weşandine û biryar dane ku roja 14ê Hezîranê ji bo rojekê dest ji kar berdin. Ev wê bibe duyem greva jinan ku piştî 28 salan wê pêk bê.
Sedem ew e ku saeta grevê 15.24 deqîqeyan wê dest pê bike; li gorî lêkolînan li Swîsreyê piştî saet 15.24 deqîqeyan di mehaneyên jin û mêran de cudahî çêdibe. Yanî piştî vê saetê li Swîsreyê jin û mêrên ku heman karî dikin, heman mehaneyê nastînin ango mehaneya mêran zêdetir e.
“Dema guhertinê ya hûr û kûr dest pê kiriye”
Kolektîvê di manîfestoya xwe de wiha gotiye:
“Ev şert û merc ne asayî ne. Em di 14ê Hezîranê de derdikevin grevê. Em bertekên paşverû û wê rewşa ‘asayî’ ranagirin ku henekê xwe bi jiyanê dikin. Me hay ji wan zextên cida û curbecûr heye ku sîstemê ava kiriye. Ji ber wê ye ku têgihiştina me ya feminîzmê cûrbecûr e û hêza me ji vir tê. Dema guhertinê ya hûr û kûr dest pê kiriye. Ji bo ku em vê pêvajoya guhertinê bi lez û beztir bikin em ê rojekê dest ji kar berdin û em ê rîtuelên karî yên ‘asayî’ qebûl nekin. Me dest ji kar berdaye!”
Her weha jinên Navenda Çandê û Piştgiriyê ya Albatrosê li Cenêvê bang li jinên penaber ên Tirkiyeyê kirine û daxwaz li wan kirine ku beşdarî Greva Jinan a 14ê Hezîranê bibin. (EMK/FD)
Fotograf: Rojnameya Evrenselê