Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 26em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê, heyeta dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye”, li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Têkoşîna Dijterorê (TMK) sal û sê meh cezayê girtinê li akademîsyen Sezai Ozan Zeybekî birî. Biryar nehat aşkerekirin û hate taloqkirin.
Li heman dadgehê dozgerî derbarê dosyeya akademîsyen Z. H. û Eylem Ozdemîrê nêrîna xwe ya dawî aşkere kir û xwest ku her du akademisyen li gorî Xala 7/2yê ya TMKyê werin cezakirin.
Li 32yem DCGyê dozgerî, nêrîna xwe ya derbarê dosyeya akademîsyen Dîdem Çinar Unal û Ayşe Arslanê de aşkere kir û xwest ku her du akademisyen li gorî Xala 7/2yê ya TMKyê werin cezakrin.
Bixwîne - Dadkirina akademîsyenan
Kesên ku hatin dadkirin
Duh (12yê Hezîrana 2019ê) li çar dadgehan 13 akademîsyen hatin dadkirin.
Li 27em DCGyê ji Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Gul Koksal cara sêyem,
Li 36em DCGyê ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Prof. Dr. Ayşe Asli Berkman cara çarem,
Li 26em DCGyê ji Zanîngeha Bîlgiyê Alk. Doç. Dr. Sezaî Ozan Zeybek cara çarem, Alk. Doç. Dr. Z. H. û ji Zanîngeha Stenbolê Eylem Ozdemîr cara sêyem,
Li 32yem DCGyê ji Zanîngeha Dokûz Eylulê Emel Yûvayapan cara yekem, ji Zanîngeha Mûgla Sitki Kocamanê Doç. Dr D. H cara sêyem, ji Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Hakan Koçak, ji Zanîngeha Yalovayê lêkolîner Hande Gulen û ji Zanîngeha Londrayê Dr. Başak Ertur û xwendekara doktorayê Ayşe Arslan cara duyem, ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê dersdar Dîdem Çinar Unal cara pêncem, ji Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Ayten Alkan cara heftem derketin pêşberî heyeta dadgehê.
Akademîsyenên Aştîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê "propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê "Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301." bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/FD)