Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK), Abdullah Ocalanî ber bi girtîgeha li Girava Îmraliyê ve bi rê ketine.
Herdu parêzerên Ocalanî Newroz Uysal û Rezan Sarıca ji bo Bûroya Hiqûqê ya Asrinê kar dikin. Bûroyê bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê daye zanîn ku herdu parêzer li ser rêyê ne.
Du parêzerên buroye me Pr. Newroz Uysal û Pr. Rezan Sarıca îro (12.06.2019) ji bo ku di gel birêz Abdullah Ocalan hevdîtinekê pêk bînin, ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
— Asrın Hukuk Bürosu (@asrinhukuku) 12 Haziran 2019
Ji raya giştî ra...
Birayê rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) herî dawîyê 12ê Kanûna Paşiyê ew dîtibû.
Parlamentera Colemêrgê, ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven 200 rojan ketibû greva birçîbûnê. Herweha piştî Guvenê bi hezaran girtîyan dest bi grevê kiribûn. Neh kes miribûn.
(EMK/MB)