Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdullah Öcalan, Hamili Yıldırım, Ömer Hayri Konar û Veysel Aktaş li girava Îmraliyê girtî ne. Malbatên wan ji bo wan bibînin û cejna wan pîroz bikin li ser rêya giravê ne. Malbat gihane Gemlikê.
Birayê Ocalanî Mehmet Ocalan, biryê Hamili Yildirimî Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konarî Emin Konar û xuşka Veysel Aktaşî Sabiha Aslan dê biçim girtîgehê.
Birayê rêberê PArtiya Karkerên Kurdistanê(PKK) herî dawîyê 12ê Kanûna Paşiyê ew dîtibû. Malbata Veysel Aktaş û Omer Hayri Konarî ji 15ê Adara 2015ê ve ew nedîtine. Malbata Hamili Yıldırımî ew ji 15ê Tîrmehê ve nedîtiye.
Parlamentera Colemêrgê, ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven 200 rojan ketibû greva birçîbûnê. Herweha piştî Guvenê bi hezaran girtîyan dest bi grevê kiribûn. Neh kes miribûn.
(HA/MB)