Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî hilbijartina Parlamentoya Ewropayê serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çiprasî gotiye ew ê ji serokkomarî bixwaze ku hilbijartineka pêşwext bê kirin.
Li gor Çîprasî partiya wî ya bi navê Syrizayê kêm deng standine. Partiya wî ji sedî 23yê dengan standine û reqîba wê, partiya Demokrasîya Nû(ND) jî ji sedî 32yê dengan standine.
Çîprasî gotiye:
“Ez ê ji serokkomarî re bibêjim bila demildest hilbijartinek bê kirin. Em nikarin çavên xwe li encamçê bigirin.”
Serok Partiya Demokrasîya Nû jî gotiye divê Çîpras mesûliyeta xwe pêk bîne û demildest çêkirina hilbijartineka dî bixwaze.
Li Parlamentoya Ewropayê Syrizayê 6 û NDyê 7 kursî bi dest xistine.
Li Yûnanistanê di du hilbijartin û referandûmekê de Çîpras bi ser ketiye. Lê ew mecbûr maye li gor şertên Ewropayê yê giran referandûmên ji bo ekonomiyê qebûl bike.
(EKN/MB)
Serkaniya nûçeyê: BBC Turkçe
Wêne: Arşîva AAyê