Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêşangeha “Li Pey Şopa Zimanekî – Ji Salên 90î Heta Îro Di Qada Çandê de Têkoşîna Zimanê Dayikê” wê heta 17ê Hezîrana 2019ê li Karşı Sanatê bê nîşandan.
Pêşangeh bi piştgiriya Weqfa Friedrich Ebert Stiftung, Konsolxaneya Swêdê ya Stenbolê, Weqfa Açık Toplumê û hevkarîya Bianet û Karşı Sanatê didome. Di çarçoveya pêşangehê de doh panelek hat lidarxistin.
Panel bi rêveberiya dersdarê Zanîngeha Bîlgîyê Prof. Dr. Bulent Bilmez dest pê kir. Di panelê de yekemîn axaftvan xebatkarê rojnameya Jinepsê Yaşar Guvenî bû.
Guven: Xebatên li ser zimanê zikmakî zêde balê nakişînin
Guvenî diyar kiriye ku di rojnameya Jinepsê de çar zimanên Kafkasî cih digire. Guvenî di axaftina xwe de ev tişt gotine:
* Dersên zimanê adîgeyî ji 2012an vê tên dayin.
* Xebatên li ser zimên wê bidomin. Diyar e ku em li cografyayek tund in.
* Hemû ziman bi hev re têkildar in. Ev jî xebatkarên zimên tîne berhev. Divê em bi hev re bixebitin. Haya me çerkezan ji vê rewşê heye.
* Xebatên li ser zimanê zikmakî zêde balê nakişînin, piştgirî nayê dayin.
Akçiçek: Xebatên me yên zimên di kovara Gorê didomin
Axaftvanê duyemîn ji Komeleya Lêkolîn û Jiyandina Çanda Hemşîniyan Hikmet Akçiçek bûye. Akçiçekî wiha gotiye;
* Gava em diçûn Hopayê zarok bi hemşînî diaxivîn, malbat ne diaxivîn. Niha rewşek berevajî heye.
* Xebatên me yên zimanê hemşînî di kovara Gorê didomin.
* Di kovarê de çîrok û xaçepirs cih digrin.
* Erê Hemşînî li Rojhilata Behra Reş dijîn. Di heman demê de bi Laz'an re jî herêma ku em dibêjin Hemşin dijîn. Herwiha li Sakaryayê jî Hemşînî hene.
* Difikirin ku zimanê Hemşînî jiyana wan hêsan nake û ji bo vê yekê hînî zimanê xwe nabin. Ji xwe piştgiriyek têr û tije ji bo xebatên ziman nayê dayin.
Farqînî: Kesên ku xebatên zimanê kurdî dikin her tim bûyine hedefa desthilatdaran
Axaftvanê siyemîn Zana Farqînî (Ji Komeleya Lêkolînên Kurdî) bûye. Farqînî wiha gotiye;
* Di neqilkirina zimên de dayik cihekî girîng digire. Dayikan her tim ziman neqil kirine.
* Rojekê, di salên 90î de ez bi otobêzê diçûm Stenbolê. Polêsan otobêz sekinandin, ez jê daxistim. Di çentê min de rojnameyek kurdî, pirtûkek helbestan û kasêtek kurdî hebû, polêsan ev dîtin û ji amirê xwe gotin; me ew girt. Jixwe ez ne di revîyam. Ev mînak eşkere dike ku nêrîna li kurdî çawa ye.
* Xebatên li ser zimên her tim di rojeva kurdan de bû û kesên ku ev xebat dikirin her tim di hedefa desthilatdaran bûn.
* Piştgirî ji xebatkarên zimanê kurdî nayê kirin.
Degirmenciyan: Perwerdeya ermenkî kêm e
Axaftvanê çaremîn ji weşanxaneya Arasê Sevan Degimenciyan bû. Degirmenciyan wiha gotiye:
* Li mala me taybetiya ermenkî hebû. Em li ser disekinîn.
* Ji roja pêşî de di nav me de "em" û "ew" hebûn.
* Di şeş saliya xwe de bavê min, ez birim dêrê. Di avakirina nasnameya min ya ermenkî dêr cihek girîng bû.
* Cara ewil, bi şiklekî fermî ez wek xwendakarekî zanîngehê jî Tirkiyeyê çûm Ermenîstanê.
* Di dibistanên ermenan de perwerdeya ermenkî heye lê kêm e.
Bucaklişi: Ji bo ku ez bi Lazî axivîm min depik xwar
Axaftvanê dawî ji Enstîtuya Lazan İsmail Bucaklişi bûye. Bucaklişi wiha gotiye:
* Min dibistana seretayî li gund xwend. Gava ji bo dibistana navîn çûm bajêr û min dît tu zarok bi Lazî na axivê ez matmayî mam.
* Rojekê li dibistanê ez bi lazî axivîm, mamosteyê min depikek li min da. Sala 1982yan bû.
* Ez difikirîm, min digot ez dikarim çi bikim ji bo zimanê xwe. Li zanîngehê me komek horonê ava kir. Di govenda horonê me dest bi stranên Lazî kir.
* Zimanê me li zanîngehan wek dersa hilbijêrî dihêt hînkirin lê ev xebat teqez kêm in.
Dawîya panelê bi axaftina Prof. Dr. Bilmez qediya. Bilmez gotiye; kurd, bi xebatên xwe yên li ser zimên qadek girîng vekiriye. Eleqeyek mezin li ser panelê hebû. Panel bi beşa pirs û bersivan xelas bû.
(EMK/EKN/LA/MB)
*Lezgîn Akanî wergerandiye.