Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, 18ê Gulanê, roja şemiyê di navbera polîsan û PKKiyan de pevçûn derketiye. Di encama vê pevçûnê de polîsek hatiye kuştin. Piştî pevçûnê, Serdozgeriya Komarî ya rihayê lêpirsînname amade kiriye û herî kêm 54 kes hatine desteserkirin. Kesên hatine desteserkirin, piştî kontrola doktorî, ji bo standina îfadeyên wan, birine Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.
Bazı şüphelilerin avukatlarıyla görüşmesi polis nezaretinde yapılmaktadır.
— Urfa Barosu İnsan Hakları Merkezi (@urfabarosuihk) 20 Mayıs 2019
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kiriye. Di vê daxuyaniyê de gotiye, amarên berbiçav hene ku kesên hatine desteserkirin rastî îşkenceyê hatine. Her weha li gorî heman daxuyaniyê, di nava kesên ku hatine desteserkirin de, zarok jî hene. Navendê bang li Wezareta Dadê û Wezareta Navxweyî kiriye.
Navenda Mafên Mirovan a Baroyê destnîşan kiriye ku hevdîtina bi miwekîlên wan re hatiye astengkirin û hatiye gotin ku ev dijyasayî ye. Navendê her weha hin fotograf par ve kirine ku kesên desteserkirî, li ser rûyê xwe hatine paldan û zend û bendên wan ji paş ve hatine kelepçekirin. Li gorî daxuyaniya Baroyê, ev fotograf li Qereqola Cendermeyan a Bozovayê hatine kişandin.
Artık işkenceyi gizleme gereği bile duymuyorlar. Bu görüntü nerede olsa İçişleri Bakanı bir dakika görevde kalmaz. #HalfetideNelerOluyor pic.twitter.com/nPujkNvSKt
— Meral Danış Beştaş (@meraldanis) 20 Mayıs 2019
Piştî ku ev fotograf hatine belavkirin, li ser medyaya civakî bi gotina #HalfetideNelerOluyor (Li Xelfetiyê Çi diqewime) bertek hatine nîşandan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meral Daniş Beştaş, Serpîl Kemalbay û Remzîye Tosûnê jî mesaj nivîsandine. (EMK/FD)