Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamoglu 31ê Adarê ji lîsteya CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) wek şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinan hilbijartina Stenbolê betal kiribû.
Şeva dî mêvanê bernameya Tarafsız Bölgeyê (Herêma Bêalî) Ekrem Îmamoglu bûye. Dema ku Îmamoglûyî behsa îsrafên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dikir pêşkêşkarê bernameyê bername temam nekiriye û sekinandiye.
Ji beriya ku bername dest pê bike hatibû diyarkirin ku bername dê di navbera 22.00-00.00ê de be. Lê dema siet bûyî 23.30 pêşkêşkarê bernameyê Ahmet Hakanî ji Îmamogluyî re diyar kiriye ku dema bernameyê temam bûye.
Îsrafên ku Îmamogluyî behsê dikirin ev in:
“Bi tenê ji bo malperê salane 80 milyon TL(Lîreyên Tirkan), ji bo fikrên projeya wan nehatîn pêkanîn 226 milyon TL hatine xerckirin.”
Hûn dikarin wê beşa bernameyê bi vê dûvelankê bibînin.
(EKN/MB)