Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
9. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi sûcê “têkbirina rêk û pêkîya dewletê” carekê û bi kuştina 52 kesan 52 caran cezayê girtina mûebed daye Yusuf Nazikî.
11ê Gulana 2013ê li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê bi du wesayitên bombelêkirî êrîş hatibû kirin. Piştî teqandina herdu wesayitan52 kes mirîbûn, 155 kes jî birîndar bûbûn.
Reviyayî bû
33 kes wek bersûcên vê êrîşê dihatin dadkirin. 23yê Sibata 2018ê 9. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryar dabû. Dadgehê 53 caran cezayê girtina mûebed û ji bo her yek ji girtiyan 4 hezar û 32 sal cezayê girtinê dabû.
Nazik jî tê de 8 kesên bersûc reviyayî bûn.
Hatıye dadkirin
Îlona 2018ê MITê(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) daxuyandibû ku wê li Sûriyeyê Nazik girtiye.
Nazik îro hatiye dadkirin.
Dadgehê bi sûcê “têkbirina rêk û pêkîya dewletê” carekê û bi kuştina 52 kesan 52 caran cezayê girtina mûebed daye Yusuf Nazikî.
(AS/MB)
Wêne: Ajansa Anadoluyê