Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî li navçeya Liceyê ya Amedê 10 muxtar ji wezîfeyê avêtiye û li şûna wan kayûm tayîn kiriye.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê weşandiye, Wezaretê muxtarê Taxa Baharlarê Bahrî Narîn, yê Taxa Şenlîkê Fîkrî Ertaş, yê Taxa Karahasanê Hanifî Gulen, yê Taxa Kaliyê Çetîn Dîrîn, yê Taxa Bayirliyê Azîz Dogan, yê Taxa Ûlûcakê Mahfûz Mayda, yê Taxa Yunluceyê Mekîn Yalçin, yê Taxa Yalazayê Abdulcebbar Çelîk, yê Taxa Serinceyê Sevat Polat û yê Taxa Ûçarliyê Vayez Altintop ji wezîfeyê avêtiye.
Li gorî heman nûçeyê, Wezaretê bi hinceta ku derbarê wan de pêvajoya lêpirsîn û pêketinê heye ew ji wezîfeyê avêtiye.
Par jî ji wezîfeyê hatibûn avêtin
Wezareta Navxweyî par jî bi heman awayî Mahfûz Mayda, Çetin Dîrin, Hanifî Gulen, Azîz Dogan, Bahri Narin û Mekîn Yalçin ji wezîfeyê wergirtibû.
258 muxtar ji wezîfeyê hatibûn avêtin
Wezaretê di Çiriya Pêşiyê ya 2018ê de 259 muxtarên ku li bajarên herêmê wezîfe dikirin ji wezîfeyê avêtibû. 15 ji van li tax û gundên Liceyê kar dikirin. (HA/FD)
Fotograf: Şaredariya Liceyê