Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeyên Hezex, Silopya û Cizîrê noqteyên polîsan û amûra X-Ray hatine danîn. Hevşaredarê Cizîrê, Mehmet Zirigî li ser bûyerê bersiva pirsên bianetê da.
Hevşaredarî diyar kir ku şevê dî siet 8ê wan bihîstiye ku barîkat li ber deriyê şaredariyê tê çêkirin.
Zirigî got:
“Me ji wan pirsî ka ew li gor çi vê yekê dikin. Ev der cihekê civakî yê ji bo aliyekê hatî cidakirin e. Me xwest [polîs] biryarê nîşanî me bikin. Wan got ku Wezareta Karên Navxweyî ferman daye wan. Me xwest em li guhê wan bixin ku divîya ji vê biryarê em jî bihatiyan agehdarkirin.
“Paşê min ji berpirsiyarîya peywendiyan ya qeymiqamiyê zanî ku Wezareta Karên Navxweyî fermaneka bi vî rengî nedaye.
“Li Emniyetê jî fermana qeymiqamî ji bo me hat nîşandan.
“Wan xwest dor û pişta şaredariyê bi barîkatên hêsinî bigirin me nehişt. Lê wan dîsa jî amûrên X-Ray danîn, noqteya polîsan danî û tejî şaredariyê polîs bûne.
“Şaredarî bûye wek qereqola polîsan.”
(EKN/MB)