Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
36. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji ber nivîseka Hasan Cemalî 3 hezar û 360 TL(Lîreyên Tirkan) ceza daye wî. Cemal nivîskar û rojnamegerekê navdar e.
Wî ew nivîs ji bo malpereka nûçeyan nivîsîbû. Sernivîsa nivîsa Cemalî ev bû: “Ji Farqînê: Em ew qasê hînî êş û mirinê kirine ku...”
Dadgehê pêşiyê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê” 3 meh û 22 roj cezayê girtinê daye Cemalî. Paşê dadgehê biryar daye ku ji ber sabiqeya(qeyda sûcdarîyê) wî heye divê cezayê wî neyê paşdedan. Dadgehê li şûna cezayê paşdedayî yê girtinê, 3 hezar û 360 TL cezayê pereyî daye wî.
“Di hemiyan de behsa aştiyê heye”
Hasan Cemalî li dadgehê diyar kiriye ku ew 75 salî ye û 50 salên xwe bi karê rojnamegeriyê borandiye:
“Ev dixwazim binê vê yekê dax bidim...: Ez di ti demên karê xwe de nebûme ‘nivîskarê propagandayê.’ Min li ser kêşeya kurdan çar kitêb nivîsîne, bi hezaran nivîs nivîsîne. Di hemiyan de behsa aştiyê heye.”
Hasan Cemalî 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê li malpereka nûçeyan ya bi navê T24 ev nivîs nivîsîbû.
(TP/MB)