Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duhî komek misilmanên antîkapîtalîst xwestibûn sifreya xwe ya fetarê li Meydana Galatasarayê dane. Polîsan 8 endamên wê komê desteser kiribûn, îro hatine berdan.
Di nav wan kesên desteserkirî de nivîskar, Îhsan Elîaçik jî hebû.
Vê sinbeyê kesên desteserkirî pêşiyê li Nexweşxaneya Bayrampaşayê hatine mûayenekirin paşê hatine berdan.
Misilmanên antîkapîtalîst daxuyandiye:
“Dema ku me ji bo sifreya rûyê erdê* danin ber Lîseya Galatasarayê xwe amade dikir, polîsan got hûn nikarin li vê derê fetarê bikin û êrîşî me kirin.
“Wan hevalên me hingavtin û desteser kirin.
“Hevalên me ji bo Emniyeta Vatanê hatine birin. Xweda ji dewletê mezintir e. Milk yê Xwedê ye.”
*Sifreya misilmanên antîkapîtalîst
(AS/MB)
Wêne: Twîtter