Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Izmîrê ji ber ku 7 karker endamên sendîkayan bûne ji fabrîqeya TARÎŞê hatine derêxistin. Karkeran û birêvebirên sendîkayan ev bûyer protesto kiriye. Dadgeha Izmîrê salek sê meh cezayê girtinê daye birêvebirên sendîkayan û 7 karkeran.
TARÎŞ fabrîqeyeka zeytê ye û karkerên wê yên ji karê xwe hatîn avêtin endamên Gıda-İşê bûne.
Polîsan 65 kes desteser kirine
Piştî karker ji karê wan hatîn avêtin, li ber deriyê fabrîqeyê dest bi protestoyê kiriye. Polîs hatine û 65 kes desteser kirine.
Serokê Gıda-İşê, Seyit Aslanî piştî biryara dadgehê gotiye:
“Gelo wateya vê biryarê çi ye?
“Bi beyana endamên Emniyeta Izmîrê û TARIŞê karker û ew kesên piştgiriya wan kirîn ceza standîne. Ev yek nîşan dide ka dadkirin çi qasê di bin nîrê desthilat û sermayeyê de ye.”
(HA/MB)