Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Bûrsayê bi îdiaya ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî “propagandaya PKK, DHKP/C û THKP/Cyê kirine” 16 hatine desteserkirin.
Ekîbên Midûriyeta Dijterorê yên Midûriyeta Emniyeta Bûrsayê li navenda Bûrsayê û li navçeyên Înegol, Gursu, Gemlîk û Yenîşehîrê bi ser 14 navnîşanan de girtine. Di encama van serdegirtinan de 16 kes hatine desteserkirin. Her weha dest danîne ser materyalên dijîtal, kovar û pirtûkan.
Polîsan kesên desteserkirî, birine Midûriyeta Emniyetê ya Bûrsayê.
Li Dîlokê jî 6 kes hatibûn desteserkiri
Li taxên Karşiyaka, Gazîkent, Guzelvadî û Duztepeyê yên Dîlokê jî polîsan di 29ê Nîsanê de girtibû ser malan û 6 kes bi îdiaya ku li ser medyaya civakî “propaganda kirine” hatibûn desteserkirin.
Polîsan her weha dest danîne ser pirtûk û kovaran.
Di salekê de lêkolîna 42 hezar û 406 hesaban hatiye kirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de lêkolîna 42 hezar û 406 hesabên medyaya civakî kirine. lêpirsîn û jêpirsîna 18 hezar u 376 kesan hatiye kirin û hin civan hatine desteserkirin. (AS/FD)