Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kiriye ku 50 kesên xwediyê Xelata Nobelê ji ob tecrîd bi dawî bibe belavokek belav kirine.
Di bin belavokê de navê 50 kesan heye ku di warê fizîk, kîmya, aborî, tib û wêjeyê de Xelatên Nobelê wergirtine. Xelatgirên Nobelê ku Desmond Tutuyê ji Efrîkaya Başûr jî di nava wan de ye bal kişandiye ser grevên birçîbûnê.
Leyla Guven, Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê, 8ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê bi daxwaza ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê rabe, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Zêdetirî ji 50 girtîgehan bi hezaran girtî jî bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kirine. Heft girtî bi heman armancê xwe kuştine.
“Em piştevaniya wan dikin”
Di metnê belavokê de wiha hatiye gotin:
“Em, xwediyên Xelata Nobelê, ên ji qada cîhanê ji beşên cida cida ên zanistê, bang li hikûmeta Tirkiyeyê û civaka navnetewî dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû dîlên siyasî ên li Tirkiyeyê demildest bikevin nava liv û tevgerê.
“Em vê dikin û di heman demê de jî Leyla Guven parlamentera kurdan û parlamenterên din ên kurdan ên li Amedê jî di nav de piştgiriya xwe ji bo bi sedan çalakgirên greva birçîbûnê aşkere dikin. Em piştgiriya xwe li wê bangewaziya navnetewî zêde dikin ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû dîlên siyasî yên li Tirkiyeyê bi dawî bibe, 18ê Nîsana 2019ê hatibû kirin”.
Kesên ku îmze dane ev in:
Adolfo Pérez Esquivel, Arjantin. Nobel Barış Ödülü 1980
Betty Williams, Kuzey İrlanda. Nobel Barış Ödülü 1976
Desmond Tutu, Afrîkaya Başûr. Nobel Barış Ödülü 1984
F. W. De Klerk, Afrîkaya Başûr. Nobel Barış Ödülü 1993
Jody Williams, Amerika Birleşik Devletleri. Nobel Barış Ödülü 1997
José Ramos-Horta, Doğu Timur. Nobel Barış Ödülü
Leymah Roberta Gbowee, Liberya. Nobel Barış Ödülü 2011
Mairead Corrigan Maguire, Kuzey İrlanda. Nobel Barış Ödülü 1976
Oscar Arias, Kosta Rika. Nobel Barış Ödülü 1987
Shirin Ebadi, Iran. Nobel Barış Ödülü 2003.
Dudley R. Herschbach, Amerika Birleşik Devletleri. Nobel Kimya Ödülü 1986
Elias James Corey, Amerika Birleşik Devletleri, Nobel Kimya Ödülü 1990
Gerhard Ertl, Almanya. Nobel Kimya Ödülü 2007
Joachim Frank, Almanya / USA Nobel Kimya Ödülü 2017
John C. Polanyi, Kanada. Nobel Kimya Ödülü 1986
Kary B. Mullis, USA. Nobel Kimya Ödülü 1993
Richard Henderson, İngiltere. Nobel Kimya Ödülü 2017
Robert H. Grubbs, USA. Nobel Kimya Ödülü 2005
Roger D. Kornberg, USA. Nobel Kimya Ödülü 2006
Thomas R. Cech, USA. Xelata Kîmyayê ya Nobelê 1989
Walter Gilbert, USA. Xelata Kîmyayê ya Nobelê 1980
Yuan T. Lee, Tayvan. Xelata Kîmyayê ya Nobelê 1986
Edward C. Prescott, USA. Xelata Ekonomiyê ya Nobelê 2004
Eric S. Maskin, USA. Xelata Ekonomiyê ya Nobelê 2007
Finn E. Kydland, Norwêc. Xelata Ekonomiyê ya Nobelê 2004
Oliver Hart, İngiltere. Xelata Ekonomiyê ya Nobelê 2016
Alice Munro, Kanada. Xelata Wêjeyê ya Nobelê 2013
Elfriede Jelinek, Avusturya. Xelata Wêjeyê ya Nobelê 2004
J. M. Coetzee, Afrîkaya Başûr. Xelata Wêjeyê ya Nobelê 2003
Mario Vargas Llosa, Peru. Xelata Wêjeyê ya Nobelê 2010
Wole Soyinka, Nijerya. Xelata Wêjeyê ya Nobelê 1986
Carol W. Greider, USA. Xelata Tibê ya Nobelê 2009
Edmond H. Fischer, Swîsre / Xelata Tibê ya Nobelê 1992
Eric R. Kandel, Avusturya. Xelata Tibê ya Nobelê 2000
Erwin Neher, Almanya. Xelata Tibê ya Nobelê 1991
J. Robin Warren, Avusturalya. Xelata Tibê ya Nobelê 2005
Jack W. Szostak, İngiltere. Xelata Tibê ya Nobelê 2009
Leland H. Hartwell, USA. Xelata Tibê ya Nobelê 2001
Louis J. Ignarro, USA. Xelata Tibê ya Nobelê 1998
Sir Richard J. Roberts, İngiltere. Xelata Tibê ya Nobelê 1993
Sydney Brenner, Afrîkaya Başûr. Xelata Tibê ya Nobelê 2002
Thomas C. Sudhof, Almanya / USA Xelata Tibê ya Nobelê 2013
Tim Hunt, İngiltere. Xelata Tibê ya Nobelê 2001
Torsten N. Wiesel, Swêd. Xelata Tibê ya Nobelê 1981
Anthony J. Leggett, İngiltere. Xelata Fizîkê ya Nobelê 2003
Gérard Morou, Fransa. Xelata Fizîkê ya Nobelê 2018
Kip Stephen Thorne, USA. Xelata Fizîkê ya Nobelê 2017
Sheldon Glashow, USA. Xelata Fizîkê ya Nobelê 1979
Steven Weinberg,USA. Xelata Fizîkê ya Nobelê 1979
William D. Phillips,USA Xelata Fizîkê ya Nobelê 1997
(AS/FD)