Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (IA) îro bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku li Erebistana Siûdiyê 37 kesên ji kêmara şîayan hatine darvekirin.
Li gorî heman daxuyaniyê di nava van kesan de kesek hebûye ku ji ber di dema 18 saliya xwe de sûcek kiriye, hadiye dadkirin û cezayê darvekirinê lê birîne.
Lynn Maalouf, Dîrektorê Lêkolînên Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê li ser vê mijarê wiha gotiye: “Cezayên darvekirinê bi awayekî tirsnak dide xuyakirin ku rayedarên siûdiyê jiyana mirovan çiqas bêqîmet dibînin. Ev bûyera zordarî di heman demê de dide xuyakirin ku dixwazin mixalefeta ji nava kêmara şîayan derdikeve tune bikin û cezayê darvekirinê ji bo vê weke amûreke siyasî bi kar tînin”.
Sê zarokên din jî dibe bên darvekirin
Hemû kesên ku hatine darvekirin, welatiyên Erebistana Siûdiyê ne. Di nava vê salê de herî kêm 104 kes, li Erebistana Siûdiyê hatine darvekirin. Herî kêm 44 kes ne welatiyên Erebistana Siûdiyê bûne.
Piraniyê van kesan ji ber sûcên bi tiryakê ve girêdayî hatibûn dadkirin û cezakirin. Erebistana Siûdiyê di sala 2018ê de herî kêm 149 kes dar ve kiriye.
Metirsî darvekirinê li ser Elî el Nimr, Dawûd el-Marhûn û Adûllah el-Zaherî heye ku ew jî şîa ne û beriya 18 saliya xwe sûc kirine. (AS/FD)