Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sala 1915ê xelkê ermenî hatibûn kirkirin. Ji bo 104. salvegera bûyerê, li Stenbolê du bername dê bêne pêkanîn.
Yadkirin û daxuyanî
Lijneya Li Dijî Nijadperestî û Cidaxwaziyê ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) ê îro siet 12.00ê li Sultanahmetê bernameyekê pêk bîne.
IHDyê diyar kiriye ku sala 1965ê Xara Trênan ya Haydarpaşayî wek girtîgehan hatiye bikarhînan. Xelkê ermenî li wê derê hatiye komkirin û paşê ber bi “rêya mirinê” ve hatine şandin.
Platforma Yadkirina 24ê Nîsanê jî dê li meydana Şîşhaneyêdaxuyaniyekê bide.
24ê Nîsana 2011ê leşkerekê bi navê Sevag Balıkçı bi fîşeka leşkerekî hatibû kuştin. Her sal Balıkçı jî tê yadkirin.
Walîtîya Stenbolê destûr nedaye
Walîtîyê diyar kiriye ku piştî çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700. li Caddeya Îstîklalê hemî çlakî hatine qedexekirin. Ji Platforma Yadkirina 24ê Nîsanê Şenol Karakaşî diyar kir ku ew ê li Şîşhaneyê daxuyaniya xwe bixwînin.
(HA/MB)