Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) xwestibû ku kesên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ji karê xwe hatîn avêtin nekarin dengê xwe bidin.
YSKyê daxwaza AKPyê red kiriye.
Parlamenterê ji CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) Aykut Erdoğduyî biryara YSKyê li medyaya civakî ragihandiye.
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) îro siet 11ê kom bûye. Di rojeva lijneyê de daxwaza betalkirina hilbijartina li Enqere û Stenbolê hatî kirin jî heye. AKP û MHPyê ev daxwaz kiriye.
YSK: Nikarin bibin şaredar
YSKyê biryar dabû ku berbijarên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ji karê xwe hatîn avêtin nikarin bibin şaredar. Li 6 navçe û nehiyeyan mezbataya şaredariyê li şûna berbijarên yekem ên HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk) ji bo berbijarên duyem ên ji AKPyê standine.
(TP/MB)