Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koordînasyona navendî ya ji bo şopandina çalakiyên grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de xwestiye raporekê derbarê grevên birçîbûnê de pêşkêşî Wezareta Dadê bike. Ji ber wê li Enqereyê, li navenda Kizilayê xwestine daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Polîsan destûr nedaye endamên Koordînasyonê ku Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Weqfa Mafên Mirovan (TİHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ev koordînasyon ava kirine.
Komê di daxwaza xwe de bi israr bûye. Li ser vê rewşê polîsan bi gazê û guleyên plastîk midaxele li mafparêzan kiriye.
Foto: Mezopotamya Ajansı
Pênc kes hatine desteserkirin
Polîsan ji koordînasyonê parêzer Veysî Eskî, Bulent Aşa, Kenan Maçoglû, Fatma Kiliçaslan û Ahmet Baran Çelîk desteser kiriye.
Tecrite karşı yaşamı savunmaktan vazgeçmeyeceğiz!
— ÖHD (@ohdgenelmerkez) 22 Nisan 2019
Adalet Bakanlığı görüşme talebimizi kabul etmedi. Polis gaz ve jop ile avukatlara saldırdı. #TecrideKarșıYașamıSavun pic.twitter.com/s7XM2Q6zky
Di dema midaxeleya polîsan de derb li serê Fatma Kiliçarslanê ketiye û ew rakirine nexweşxaneyê. Paşê hatiye desteserkirin.
Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz paşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye ku parêzerên desteserkirî hatine berdan.
Koordînasyonê aşkere kiriye ku daxwaza wan a hevdîtina bi Wezareta Edaletê re nehatiye qebûlkirin.
Polîsan li ber avahiya İHDyê jî destûr nedaye
— İHD Genel Merkezi (@ihd_genelmerkez) 22 Nisan 2019
Piştî midaxeleya polîsan, komê xwestiye biçe li ber avahiya Navenda Giştî ya İHDyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê li vir jî destûra wan nehatiye dayîn.
Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê İHDyê li vir axivî ye û behsa midaxeleya polîsan a li ser dayikên girtiyan kiriye ku li ber Girtîgeha Gebzeyê bûbû. Turkdoganî gotiye: “Em hatin dengê xwe tevlî dengê wan dayikan bikin ku li erdê hatine kaşkirin”. (HA/FD)