Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bakurê Îrlandayê, rojnamegereka bi navê Lyra McKee dema ku ji bo çêkirina nûçeyan çûyî xwenîşandanekê hatiye kuştin.
Ji bo salvegera “serhildana serbixwebûnê” xwenîşandan têne pêkanîn. Îro, polîs û xwenîşander li hev ketine. Rojnamegera 29 salî jî ji bo nûçeyan çêbike li cihê bûyerê bûye. Piştî rûdanê rojnameger birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye.
Midûrê emniyetê îdia kiriye ku IRAyeka nû çêbûye. Polîsan bûyer wek êrîşeka terorî bi nav kiriye.
Cihgira serokê Sinn Feinê(Baskê sîyasî yê IRAyê) Michelle O’Neillê diyar kiriye ku ew ji ber kuştina rojnamegerê gelek xemgîn in.
Lyra McKeeyê ji bo rojnameyeka herêmî ya bi navê Excalibur Pressê kar dikir.
(EMK/MB)