Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
12em Dadgeha Dozên Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêmî li Enqereyê li ser serîlêdana Komeleya Kaos GLyê biryar girtiye ku biryara qedexeyê ya Walîtiya Enqereyê ji bo çalakiya LGBTI+yan daye, rabe. Walîtiyê Çiriya Paşiyê ya 2017ê li gorî Qanûna Rewşa Awarte biryar dabû ku çalakiya LGBTI+yan bêdem bê qedexekirin.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye, “Qedexe bêdem e, sînor jê re nîne û rewşeke diyar tê de nîne, li şûna qedexeyê divê ewlehiya çalakiyê bê standin”.
Çi bûbû?
Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên rêxistinên LGBTyê(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû, komeleyên KaosGL û Pembe Hayatê ji bo betalkirina biryarê doz vekirin. Dadgehan daxwaza komeleyên LGBTyê red kir.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Li gor nûçeya Yildiz Tarî Dadgeha Îdareyê ya 4. a Enqereyê diyar kiriye “biryar dê rewşeka welê çêneke ku neyê telafîkirin an jî telafiya wê zehmet be û biryar rasterast ne li dijî hiqûqê ye.”
Walîtî: Li gor rêziknameyê ye
Walîtîya Enqereyê di parastinnameya xwe de eşkere kiriye ku biryar di dema Halê Awarte de hatiye dayin. “Mafên bingehîn” nehatine binpêkirin û biryar ne li dijî hevpeymanên navneteweyî ye.
Hiqûqa derengmayî
Parêzerê ku li ser navê Kaos GLyê doz vekiribû, Kerem Dikmenî diyar kiriye walîtîyê di 19ê Çiriya Paşiyê de biryara qedexeyê îlan kiriye. Wan di 20 Çiriya Paşiyê de doz vekiriye lê 25ê Kanûna Paşiyê de dadgehan biryar dane. (EMK/FD)