Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Têkiliya di navbera min û dêya min de ne weke ya dayik û keçên wan de ye. Ez her tiştên xwe ji wê re dibêjim, ez bi wê re xwe di nava aramiyê de dibînim. Ew henase ye ji bo min. Em bi hev re pêvajoyê, qonax qonax diborin”.
Rojnameger Sabîha Temîzkan bi van gotinan behsa dêya xwe Leyla Guvenê dike. Guven ev 161 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Guven, Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan e (HDP).
Dema di Girtîgeha Tîpa Eyê de dihate girtin, weke parlamenter hatiye hilbijartin. Guven ji bo malbat û parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê bikaribin biçin wî bibînin, 160 roj e di greva birçîbûnê de ye.
Guven, di Girtîgeha Tîpa Eya Amedê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di 79em roja çalakiya xwe de tehliye bûbû. Keça wê ya rojnameger Sabîha Temîzkan, piştî tehliyekirinê, li gel dêya xwe dimîne û wê bi tenê nehiştiye.
“Ti rêyeke din ji wê re nehiştin”
Sabîha Temîzkan got ku, dêya wê di sala 2009ê de hatibû girtin û wiha axivî:
“Dêya min pênc salan girtî ma û hat dadkirin. Piştî tehliye bû, li qadan bû. Di dema qedexeya derketina derve, ji bo pêşiyê li mirinan bigire îca li Cizîrê bû û ez di nava pêvajoyeke zehmettir de derbas bûm. Min mirad dikir ku dêya min di bin bordûmanê de nemire.
“Di sala 2018ê de dîsa hat girtin. Digel ku di 24ê Hezîranê de weke parlamenter hate hilbijartin jî nehat tehliyekirin. Bêhiqûqiyên li ser wê û pêçaretiya pirsgirêka kurdan dihişt dêya min gelekî bêaram bibe. Heke ku weke parlamenterekê ne di girtîgehê de bûya wê têkoşîna xwe bi rêbazên cûr be cûr berdewam bikira lê nedihiştin ku siyasetê bike.
“Greva birçîbûnê weke çareyek dît. Digot, ‘Ji min re ti rêyeke din nehatibû hiştin, di girtîgehê de tenê min dikarîbû dest bi greva birçîbûnê bikim’. Ez li hemberî wê derketim lê min nekarîbû dê ji biryara wê bidim vegerandin. Lê di vê qonaxê de ji ber ku daxwazên wê yên qanûnî pêk nayên, hin metirsiyên din bi min re çêbûne”.
“Baweriya min jî weke ya wê bi aştiyê tê”
Temîzkanê got ‘baweriya min jî weke ya dêya min bi aştiyê tê” û diyar kir ku dêya wê xwedî dilekî mezin e:
“Ez hewl didim li ser wî tiştî nefikirim ku wê dêya min tiştek pê bê. Lê ez gelekî bi fikar im. Heke ku dêyeke we ya wiha hebe, yanî dêyeke ke we ku dahata gelê xwe di ser jiyana xwe re dibîne hebe, dêyeke ku xwedî dilekî gelekî mezin e, jiyan him gelekî watedar dibe û him jî bi qasî wê zehmet dibe”.
Temîzkanê behsa bêdengiya medyaya berbelav kir û wiha berdewam kir:
“Desthilatdarî vê rewşa bêdengiyê dixwaze û niha, di nava van şert û mercan de ti bendewariyên min ji medyaya berbelav nîne. Bêdengiya desthilatdariyê min hêrs dike. (EMK/FD)